Iraq- 33 kesên din bi Koronayê mirine Iraq- 33 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq- 33 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 1.766 kesên din bi Koronayê ketine û 33 kesên din jî bi Koronayê mirine.

Îro roja yekşemê 22/11/2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û tê de da zanîn 1. 766 kesên din bi Koronayê ketine û 2.412 kesên din baş bûne û 33 kes jî bi Koronayê mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 535 hezar û 321 kes bi Koronayê ketine 465 hezar û 452 kes baş bûne û 11 hezar û 958 kes jî bi Koronayê mirine.