Sûriye…14 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin Sûriye…14 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sûriye…14 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Herman Xalîd

BasNews – Ji ber bombebaranekî balefirên şer 14 çekdarên ser bi Îranê li Rojhilatê Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, ew 14 çekdarane ji ber bombebarana balefirên şer ser çend pêgehekî leşkerî li gundên Elbu Kemal a li Rojhilatê Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amaje bi wê yekê kir ku çekdarên ser bi milîsên Îranî bûne, ku heşt ji wan Iraqî bûn û 6 ji wan jî Afganî bûn.

Ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ve di destpêka Adar a 2011ê ve Îran, bi şandina çek û çekdaran ve piştevaniya rejîma Sûriyê li dijî grubên çekdarên opozîsyonan dike.