Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 3 tometbar ji ber parê sexte hatin girtin Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 3 tometbar ji ber parê sexte hatin girtin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li sînorê parêzgeha Hewlêrê 3 tometbar ji ber parê sexte hatin girtin

Heme Perêşan

BasNews – Rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir, ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê 3 tometbar ji ber parê sexte hatin girtin.

Îro 22.11.2020ê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê, bi daxuyaniyekî di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Beşa polîsê nehiştina tewan, ofîsa nehiştina tewanên Şeqlawa 3 tometbarên bi eslê xwe ereb yên bi navên C.H.C û F.H.B. û M.Ê.H hatin girtin, ku 10 milyon û 39 hezar dînarê sexte li gel wan bûye.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Her 3 tombetbar rûniştvanên Kerbela ne. di lêkolînê de li xwe mûkir hatin ku pareyê sexte li Silêmanî kiriye û xwestiye nav bazarên Kerbela safî bikin.’’

Polîsê Hewlerê dibêje, dosya lêkolînê hatiye vekirin û bi biryara dadwer û ji bo destpêkê li gor madeya 281 a yasaya ceza hatine girtin.