BasNews - Hejmara pêketîyên vîrusa korona 58 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 58 milyon û 189 hezar û 202 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 12 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 9 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 6 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 1 milyon û 381 hezar û 130 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 255 hezar û 900 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168,989 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 92,037 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.