Pisporekî sîstemên bankî: Pilana veguhestina mûçeyên karmendan bo Bexdayê, siyasî ye Pisporekî sîstemên bankî: Pilana veguhestina mûçeyên karmendan bo Bexdayê, siyasî ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pisporekî sîstemên bankî: Pilana veguhestina mûçeyên karmendan bo Bexdayê, siyasî ye

BasNews – Pisporekî sîstemên bankî dibêje, hewla veguhestina mûçeyê karmendan bo Bexdayê, pilaneka siyasî ye û armanca wê jî lawazkirina statûya Herêma Kurdistanê ye.

Mamostayê zanko û pisporê sîstemîn bankî, dr. Alan Behadîn ji BasNewsê re got, Bexda pilana veguhestina mûçeyê karmendên Kurdistanê bo ser xwe qebûl nake, ji ber ku qanûnî nîne.

Dr. Alan Behadîn her wiha got, ev pilan wisa dike ku serweriya te li ser karmendên te nemîne, loma ev karekî siyasî ye lê ji niha de bin ketî ye.

Wî pisporê sîstemên bankî da xuyakirin jî, yên ku dixwazin mûçeyê karmendên Kurdistanê veguhezin Bexdayê bila daxwaza qûtê xelkê Kurdistanê bikin nek hewla lawazkirina statûya Herêma Kurdistanê bikin.