Li Dûbiz zimanê kurdî li ser tabloyan tê rakirin! Li Dûbiz zimanê kurdî li ser tabloyan tê rakirin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Dûbiz zimanê kurdî li ser tabloyan tê rakirin!

BasNews – Berpirsekî PDKê dibêje, rêveberiya sepandî ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, dest bi nehîştina zimanê kurdî li ser tabloyên fermangehên fermî û taybet yên bajêr kiriye!

Berpirsê karûbarên PDKê li bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Cewad Mihemed ji BasNewsê re got, rêveberiya sepandî ya Dûbiz dest bi zimanê kurdî li ser tabloyên fermangehên fermî û taybet yên bajêr kiriye.

Cewad Mihemed her wiha got, destpêkê zimanê kurdî li ser tabloya qaymeqamtiya bajêr rakirin. Tenê zimanê erebî li ser tabloyan maye.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, zimanê kurdî li ser tabloyên markêt û dikanan jî radikin. Ev di demekî de ye ku Dûbiz bajarekî Kurdistanî ye û zimanê kurdî jî mîna zimanê erebî li Iraqê zimanê fermî ye.