Li kampa Holê 2 kes hatin kuştin Li kampa Holê 2 kes hatin kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

BasNews - Li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê, 2 kesên sivîl ji aliyê kesên nenas ve hatin kuştin.

Ajansa Sûrî ya fermî “SANA” belav kir, li beşa Pêncem û Heştem a kampa Holê, jin û mêrek bi guleyên kesên nenas vehatin kuştin.

Duhî jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, hin kesên nenas pasewanekî rêxistineke mirovî di nava kampa Holê de kuşt.

Diyar kir jî, roja 16ê vê mehê jî, kesekî din li beşa sêyem a kampê ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin.

Kampa Holê li rojhilatê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye û di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Rêveberiya Xweser de ye.

Li gor amarên Netewên Yekgirtî 65 hezar kes li kampa Holê hatine niştecîkirin. Piraniya wan malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ne. Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e li ser asta cîhanê.