Hêzeke Iraqî ji derî û derdora Kerkûkê vekêşiya Hêzeke Iraqî ji derî û derdora Kerkûkê vekêşiya
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hêzeke Iraqî ji derî û derdora Kerkûkê vekêşiya

Herman Xalîd

BasNews – Hêzeke taybet a leşkerî ya Iraqî li derî û derdora Kerkûkê vekêşiya.

Li gor nûçeya malpera Şefeq News îro 22.11.2020ê lîwaya 61 a taybet ser bi encûmena wezîrên Iraqê, ji derî û derdora Kerkûkê vekêşiya.

Li gor heman malperê belav kiriye, lîwayq 61 a taybet li leşkerîgeha Keywan dê bê bicîh kirin û hêzeke polîsê Kerkûkê li derî û derdora Kerkûkê cîhê wan de bicîh dibe.

 Hêza polîs li 500 karmend pêktê û li hemû netewe û olên cuda yên bajar pêkhatiye û wezareta navxwe ya Iraqê çek û hmeû pêdiviyên leşkerî bo wan dabîn dike.

Lîwaya 61 a taybet sala borî bi biryara serokwezîr Adil Ebdulmehdî piştî vekêşandina hêza dijî teror a Iraqê ji derî û derdora Kerkûkê  hatibû bicîh kirin.