Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî: PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyê li bicîhanîna rêkeftina Şingalê dikin Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî: PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyê li bicîhanîna rêkeftina Şingalê dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî: PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyê li bicîhanîna rêkeftina Şingalê dikin

Geşbîn Hewlêrî

BasNews – Seroka lijneya navçeyên Kurdistanî ya derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê amaje bi giringiya siyasî û dîrokî ya rêkeftina asayî kirina rewşa Şingalê kir û aşkera kir PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyê li bicîhanîna rêkeftina dikin.

Îro 22.11.2020ê seroka lijneya navçeyên Kurdistanî Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand, rêkeftina Şingalê giringiyeke wê yê zêde ji aliyê siyasî û dîrokî ve heye û pêngaveke bo asayî kirina rewşa naçeyên Kurdistanê yên din jî. Herwaha bingehek dibe bo asankariya qonaxa yekem a madeya 140 ku asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanî û deriyeke bo bicîhanîna wê madeyê.

Herwaha got, rêkeftin hêviyeke mezine bo xelkê wan navçeyan, ji ber hêviya bicîhanîna madeya 140 lewaz bibû, lê bi vê rêkeftinê xelkê wan navçeyan li bendewariya vegerê de ne û hêviya wan bi salane ew e çarenivîsa wan bê diyar kirin.

Ciwan Rojbeyanî got, PKK û Heşdî Şeibî rêgiriyeke zêde bo bicîhanîna vê rêkeftinê dikin û astengiyên zêde çêdikin, çi bi rêya êrîşên xwe ve bo ser deverên Kurdistanê yan jî bi rêya avêtina ser binkeyê PDKê li Bexdayê be û şewitandina ala Kurdistanê be bi hemû awayan astengiyan çêdikin.

Ciwan Rojbeyanî teqez kir, ew rêkeftin bi çavdêriya Netewên Yekbûyî pêkhatiye û divê hikûmeta navendî pêbend be û li gel hikûmeta herêma Kurdistanê asayî kirinê û rêveberinê bigrin stûyê xwe.