Meyade Necar: Hewla veguhestina mûçe bo Bexdayê tenê propagandeya hilbijartinan e Meyade Necar: Hewla veguhestina mûçe bo Bexdayê tenê propagandeya hilbijartinan e
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Meyade Necar: Hewla veguhestina mûçe bo Bexdayê tenê propagandeya hilbijartinan e

BasNews – Endameka kurd ya parlementoya Iraqê dibêje, yên ku dixwazin mûçeyê karmendên Kurdistanê veguhezin Bexdayê, tenê bo komkirina dengan û muzayedeya siyasî vê yekê dikin.

Parlementera kurd û endama firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Meyade Necar ji BasNewsê re got, hewl û helwesta wan parlementerên kurd yên ku behsa veguhestina mûçeyê karmendên Kurdistanê bo Bexdayê dikin, tenê muzayedeya siyasî ye.

Meyade Necar her wiha got, ew parlementerên han baş dizanin ku li gorî madeyên 11 û 12 yên Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê xwedan statûyeka serbixwe û siyasî ye. Ew dixwazin vê statûyê lawaz û biçûk bikin û mafên xelkê Herêma Kurdistanê wenda bikin. Lê hikûmeta Kurdistanê ti carî vê yekê qebûl nake çimkî xwedan pêgeheka bihêz e.

Wê parlementera kurd anî ziman jî, ew parlementerên kurd dixwazin hikûmeta Iraqê bi Herêma Kurdistanê re mîna parêzgehekê reftar bike û got, ev jî zehmet e çimkî qanûn û Destûr rê nade vê yekê. Armanca wan parlementeran tenê zêdekirina dengan e di hilbijartinan de.