Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Niha welatî baştir şîretên tenduristiyê bicîh tînin Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Niha welatî baştir şîretên tenduristiyê bicîh tînin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Niha welatî baştir şîretên tenduristiyê bicîh tînin

BasNews – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, dergehê dibistnan nayê vekirin, heta civîna komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê neyê kirin.

Berdevkê wezareta tenduristiyê, dr. Aso Hewêzî ji BasNewsê re got, ev çend roj in rêjeya pêketina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê kêm bûye. Sebeba wê jî ew e ku welatî şîretên tenduristiyê bicîh tînin. Sebebeka din jî girtina dibistanan e.

Dr. Aso Hewêzî her wiha got, destpêka meha bê komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê dê bicive û rewşê binirxînin û biryarên nû bidin.

Berdevkê wezareta tenduristiyê anî ziman, heta civîna komîteya rûbirûbûna Koronayê neyê kirin ew nikarin dibistanan vekin û got, di civînê de dê biryar bê dayîn ka dibistan bên vekirin yan na. Ji ber ku gelek mamosta û şagird bi Koronayê ketine.