BasNews- Civîna îsal a Lûtkeya G20 wê li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê di bin serperiştiya Şahê Erebistana Siûdiyê Şah Selman bin Ebdulezîz saz bibe.
Biryare civîna 15an a Lûtkeya G20yê îro roja şemiyê 21.11.2020an bi awayekî online dest pê bike û tê çavêrêkirin lûtke 2 rojan berdewam bike.
Di civînê de welatên G20ê de welatên endam wê rewşa aborî ya cihanê û tesîra karîgeriya Koronayê li ser herêmê gotûbêj bikin.
Yekemcare welatên G20 wê li welatekî erebî were sazkirin û medyaya erebî vê kombûn û civînê weke dîrokî bin av dikin.
G20 korbendeke aboriyê ya cihanê û ji sala 199an her sal bo çareserkirina pirsa kêşeyên abprî û darayî dicive. Amerîka, Çîn, Yekîtiy Ewrupa, Fransa, Almanya, Îtalya, Brîtanya, Japonya, Rûsiya, Tirkiye, Siûdiye,Koreya Başûr, Endonesya,Hîndistan, Başûrê Efrîqa, Keneda, Aûstraliya, Meksîka, Berazîlya û Arjentîn di korbenda G20ê de cîh digirin.