Elî Ewnî: Hin parlamenterên kurd dosyayên exlaqî li ser wan heye û newêrin ji gotinên Bexdayê derkevin Elî Ewnî: Hin parlamenterên kurd dosyayên exlaqî li ser wan heye û newêrin ji gotinên Bexdayê derkevin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Elî Ewnî: Hin parlamenterên kurd dosyayên exlaqî li ser wan heye û newêrin ji gotinên Bexdayê derkevin

BasNews – Endamê rêveberiya PDKê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) Elî Ewnî dibêje hewla vegerandina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bo ser bankayekî hikûmeta Iraqê, hewldaneke derewînane ye û helmeta pêşwexte ya bangeşeya helbijartinê ye. herwaha got, çend parlamenterekî kurd li Bexdayê yan dosyayên wan ên exlaqî hene, yan jî bertîl ango rişwet ji wan re tê dayîn.

Piştî xwîşka Şasiwar Ebdulwahîd Sîrwe Ebdulwahîd ragehand, ku li parlamentoya Iraqê îmzaya zêdetir ji 100 parlamenteran kom kiirn ku nav wan de çend parlamenterekî kurd jî hene, ku ewên raboriya wan a bi şeref di karê parlamentoyê de tinene, îmzayên wan kom kiriye bo rasterast ji aliyê Bexdayê ve mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bê dayîn, li hember wê bertekên cuda pêşketin.

Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand, herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ya hatiye nasîn e, hikûmeta herêma Kurdistanê bixwe îdareya karûbarên xwe dike. Ji ber wê ew hewldanane derewînane ne, helmeta bangeşeya helbijartinê ne û heta ku em nêzîkî helbijartinên pêşwexte bibin, ew henek li xwe kirine dê zêdetir bibin.’’

Bi nîgeranî ve behsa wê yekê jî kir ku Iraqê de pirsgirêkek çêbûye, ewê ku zêdetir dijatiya Kurdistanê bike, dengê wî zêdetir dibe di helbijartinan de. Hin parlamenterên kurd jî vê derbarê de alîkariya wan dikin û got: ‘’Ew dixwazin dewleta Iraqê ji naveroka federaliyê vala bikin. Lê hemûyê nexwaştir ew e ku ew kesên serpereştiya wî karî dikin kurdin, wek çawa dema xwe de cehş û misteşarên zilamên Beis bahane bo enfalê û kîmyabarana Kurdistanê dianîn, ew parlamenterên kurd jî naha bûne keva sor.’’

Elî Ewnî got, hewla dabeş kirina mûçeyê fermanberên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, ji bo xema xelkê Kurdistanê nîne û di bingeh de jî hemû xelk dizane ku Bexda naxwazê mûçeyê fermanberên Kurdistanê bide, bo lêdana pêkhateya herêma Kurdistanê vê dikin.’’

Herwaha got: ‘’Ew parlamenterên kurd ên vî karî de beşdarin, yan li dosyayên exlaqî li ser wan heye ji xwe hiiû newêrin ji fermana ereban derkevin, yan jî rişwet ji wan re hatiye dayîn. Hindek li ser wan îşa hatine dîtin û naha tên bikaranîn û hindek ji wan jî tamahiya çavkoriyê kirine û ji bo destkeftên madî xewn bi ziyan gehandina herêma Kurdistanê ve dibînin.’’