Siyasetmedarekî kurd: Pêwîste PKK ji zimanê çek û kuştinê dûr bikeve Siyasetmedarekî kurd: Pêwîste PKK ji zimanê çek û kuştinê dûr bikeve
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Siyasetmedarekî kurd: Pêwîste PKK ji zimanê çek û kuştinê dûr bikeve

BasNews – Çalakvan û siyasetmederekî kurd daxwaz ji PKKê kir, heşên xwe bîne serê xwe û ji zimanê çek û kuştinê dûr bikeve. Herwaha dibêje hebûna PKKê li herêma Kurdistanê xixmetê ji dijminên gelê Kurdistanê re dike.

Çalakvan û siyasetmerdarê kurdê Sûriyê Mesûd adî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ti demekî hebûn û mana PKKê li herêma Kurdistanê yasayî nebûye, bi taybet bi hemû awayekî bûye bargiranî li ser herêma Kurdistanê. Nimûneya herî baş jî destdirêjiya li ser Pêşmerge ye, derveyî wê jî dest têkeliya li gel Heşdî Şeibî ye ku dijminatiya gelê kurd dike.’’

Herwaha got: ‘’PKK peyvendiyên ewlehî û leşkerî li gel wan aliyan pêşde dibe ku dijatiya herêma Kurdistanê dikin, çi navxwe û çi jî li derve bi armanca dijminatî bi asanî dest li ser axa Kurdistanê de digrin, hebûna wan li Şingal û navçeyên din jî belgeya herî başe.’’

Mesûd Adî got: ‘’Dema PKK hatiye vê navçeyê heta naha hemû hewldanên wê xizmet ji berjewendiya welatên dijî Kurdistanê bi giştî ye û bi taybet jî herêma Kurdistanê ye.’’

Herwaha got: ‘’Her biryarek ku ji aliyê welatên dijminên Kurdistanê ve bê girtin, PKK piştgiriya wan dike û ev yek êdî aşkera û ronî ye, nayê veşartin.’’

Adî got ‘’Ji bo mirov bi kirokiya wê rêxistinê têbibehe, pêwîste armancên wê û tiştên ku li herêma Kurdistanê dike bizane, di vê derê de wêne dê baştir ronî bibe. Ew tenê amûrekin dest rêxistinên dagirkerên Kurdistanê yên dijî herêma Kurdistanê.’’

Mesûd Adî di dawiyê de jî pêwîst zanî, PKK dest ji bicîhanîna projeyên derve bîne û vegere ser heşê xwe û dûr bikeve ji zimanê çek û kuştinê.