Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê: Wefata Firset Sofî valatiyek mezin dê çêbike Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê: Wefata Firset Sofî valatiyek mezin dê çêbike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê: Wefata Firset Sofî valatiyek mezin dê çêbike

BasNews – Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, ew şahidê wê yekêne ku Dr. Firset Sofî bi heq wefadar bû li hember wê sonda ku di dema dest bi karê parêzgerê Hewlêrê kir de.

Di merasîma pêşwazî kirina termê parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî de wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistnaê Rêber Ehmed peyama serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî xwand û peyama serokwezîr waha ye:

Bi mixabinî û xemgîniyeke kûr ve îro ji bo malawayî kirina heval û dost û kesayetiya jîr, destpak, dilsozê gel û niştimanperwer kombûn çêbûye.

Dr. Firset kesayeteke xakî û civakî yê nêzîkî xelkê bû. Li hemû erkên jê re hate dayîn de karên xwe pir bi başî dilsozî û cîdîyet ve encam da. Ji ber wê jî îro hemû xelkê Kurdistanê bo wefata wî xemgîne û di şîniyê de ye. Ev yek sermayeyekî mezin ê menewî yê pir giringe û belgeya dilsozî û mûtewazîbûna Dr. Firset e û pêdagiriya wî ye li ser xizmeta xelkê Hewlêrê û Kurdistanê hemûyê.

Parêzgarê canemerg endamê camêr ê lêhatî, parlamenter û akademîsyen û yasanasê diyar û cîhê hêviyê yê mezîn bû. Piştî dest bi kar bûnê wek parêzgerê Hewlêrê, di demeke kurt de ji ber vîrusa korona û derketina krîza aborî, herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên cîhanê, tekoşîn li gel gelek pirsgirêk û krîzan kir. Lê li gel hemû pirsgirêk û krîzan jî birayê berdewam zindî Kak Dr. Firset, berxwedêr bû li hember pirsgirêkan û bi hêvî li pêşerojê dinêrî. Armanca wî ya serekî jî xizmetkirina xelkê Kurdistanê û bajarê Hewlêr a xoşdivî bû. Bê ku cudayî ava bike, di xema hemû kasibkar, karker û xelkê Hewlêrê de bû. Berdewam hewl da tedbîrên tekoşîna hember koronayê, bandorê li ser jiyana xelkê hejar neke. Ji ber wê şev û roj bê westandin di xizmeta xelkê de bû. Berdewam jî peyvendiyê de bû li gel pêkhateyan û dixwest peyvendiya hevbeş pêşde biçe.

Mixabin miriên nehêla xizmeta zêdetir pêşkeş bike.

Em di hikûmetê de şahidin ku bi heq wefadar bûy tu, ji bo wê sonda te xwari ku wefadar bî bo xelkê Hewlêr û Kurdistanê.

Ji vê derê pêwîste amaje bi roja Dr. Firset em bikin ku di projeya çaksaziyê de ku yek ji endamên çaksaziyê û geşepêdana herêma Kurdistanê de yek ji kesên herê rijd bû. Ji ber wê jî ji dest dana Dr. Firset ziyaneke mezine bo hikûmeta herêma Kurdistanê û valatiyeke mezin çêdike.

Ji ber vê boneyê jî serxweşiyê li malbata tekoşer û kesûkar û xelkê Kurdistanê bi giştî û rûniştvanên Hewlêrê jî bi taybetî dikin. Ji xwedayê mezîn daxwaz dikin bi beheşta xwe şad bike û kiryar û bîranîn û helwêst û reftarên wî dê mayînde zindî û dê dilê me de bîminin.

Malava parêzgerê canemergê Hewlêrê