Lîstoka şanoyê ya Berû li Rihayê jî hate qedexe kirin Lîstoka şanoyê ya Berû li Rihayê jî hate qedexe kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Lîstoka şanoyê ya Berû li Rihayê jî hate qedexe kirin

BasNews - Lîstoka şanoyê ya bi navê "Bêrû" a Dario Fo ku bo Kurdî hatiye wergerandin, li parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê jî hat qedexe kirin.

Baroya Rihayê berî niha aşkere kiribû ku roja şemiyê, 14.11.2020, demjimêr 14.00 lîstoka şanoyê Bêrû dê li hola konferansê ya Tahîr Elçî bê lîstin û danasîna wê hatibû kirin.

Lê belê Baroya Rihayê duh 13.11.2020an, li hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir bi biryara Parêzgeriya Rihayê ya nîşandana  “Bêrû” li Riha û û tevahiya navçeyên wê hatiye qedexekirin.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ji K24ê re ragihand: “Lîstoka Bêrû ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve li bajar û navçeyên wê hat qedexekirin. Hêj ji me re sedema wê negotine. Tenê ji aliyê hêzên ewlehiyê agahdarî hat û me jî îmze kir. Derbarê vê mijarê de, dibe ku em doz vekin. Lîstina vê şanorê li Rihayê, me xwestibû û karûbarên wê jî me girtibû ser xwe. Ji ber ku em ê doz vekin, ev mijar dê biçe dadgehê. Bûyereke wisa li Stenbolê jî qewimîbû. Li wir bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê' tê kirin, hatibû qedexekirin. Hinceteke wisa pêşkêşî me nekirin. Birastî em jî meraq dikin çima hatiye qedexekirin.”

Ew lîstoka şanoyê ji aliyê nivîskarê Îtalî Dario Fo ve di sala 1978an de hatiye nivîsandin û ji wê demê ve bo gelek zimanan hatiye wergerandin û hatiye listin.

Lîstoka şanoyê ‘Bêrû’ ku ji aliyê Dilawer Zeraq ve bo Kurdî hatiye vegerandin, ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve ev çend sal e tê nimayîşkirin û heta niha li 100 welatan hatiye nimayîşkirin.

Di 13ê Cotmehê de li Şaredariya Stenbolê di çarçoveya piştevaniya şanoyên taybet de saloneke xwe bo nimayîşa wê lîstikê terxan kiribû. Ew di dîroka şaredariyê de jî yekem gav bû bo Kurdî. Lê Qeymaqamiya Gazîosmanpaşa, nimayîş qedexe kiribû.