BasNews - Luftî Elvan li cihê Berat Albayrak bû Wezîrê nû yê Gencîne û Darayî yê Tirkiyê.
Bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Luftî Elvan weke Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkjiyê yê nû hat destnîşankirin û biryar îro Sêşemê 10ê Mijdarê di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.
Serokatiya Peywendiyan li Serokatiya Komara Tirkiyê, êvara Duşemê 9ê Mijdara 2020an ragihandibû, Erdogan daxwaza destjikarberdana Berat Albayrak ji posta Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkjiyê pesend kiriye.
Luftî Elvan hîn Serokê Komîsyona Plan û Bûdceyê ye li Parlamentoya Tirkiyê ye, berî wê jî Wezîrê Gihandinê bû. Elvan, Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrsînê ye. Ji bo ku posta xwe ya nû ya wezaretê werbigire, divê dest ji parlamenteriyê berde.