Herman Xalîd
BasNews – Parêzgerê Enbarê ragehand, ku paqij kirina parêzgehê wan a dikeve rojavayê Iraqê ji mayîn û teqemeniyê du sal dixwaze.
Parêzgerê Enbarê Elî Ferhan Dilêmî ji rojnameya Sebah a fermî ya Iraqê re ragehand, parêzgeh bi hemahengiya bi rêxistina NPA ya Norwecî ya sala 2019ê ve heta naha zêdetirî 3 hezar bombe û mayînan rakirine û jinav birine.
Elî Ferhan Dilêmî got, parêzgehê hemû karasanî bo hemû wan rêxistin ê aliyan dike ku sînorê Enbarê mayîn û teqemeniyê paqij dikin.
Parêzgerê Enbarê amaje bi wê yekê jî kir, ku paqij kirina temamê parêzgehê ji mayîn û teqemeniyê du sal dem dixwaze.
Ew mayîn û teqemeniyê paşmayên rêxistina terorîst a DAIŞê ne, ku piştî dagirkirina Nînowa, Selahedîn û Diyale ya sala 2014ê de Enbar jî dagir kiribû.