Çalakvanek: PKKê başiyên herêma Kurdistanê jibîr kir û dest dirêjî li ser nanê xelkê dike Çalakvanek: PKKê başiyên herêma Kurdistanê jibîr kir û dest dirêjî li ser nanê xelkê dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Çalakvanek: PKKê başiyên herêma Kurdistanê jibîr kir û dest dirêjî li ser nanê xelkê dike

BasNews – Çalakvanek rexneyên tund li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê dike, ji ber başiyên herêma Kurdistanê jibîr kiriye û dest dirêjî li ser nanê xelkê dike.

Piştî roja 28.10.2020ê PKKê boriya nefta Kurdistanê teqand, duh 30.10.2020ê hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî ragehand, ji ber teqandina boriya neftê proseya henarde kirina neftê rawestaye. Herwaha diyar kir ‘’Bi tiawayekî rê nayê dayîn gef li berjewendiyên herêma Kurdistanê bê xwarin û dest dirêjî li ser nanê xelkê Kurdistanê bê kirin.’’

Çavdêrê siyasî Nasîh Xefûr ji BasNewsê re ragehand, PKK roj bi roj aloziyan li herêma Kurdistanê çêdike û ew hemû başiyên rêveberiya siyasî ya herêma Kurdistanê jibîr kiriye.

Herwaha got: ‘’Pêwîstbû rêveberên serê yên PKK ew hemû başiyên herêma Kurdistanê jibîr nekiriban, dema sala 1982ê de reviyan me ew hewandin û nan û av me li gel wan dabeş kir.

Herwaha got, teqandina boriya nefta Kurdistanê ‘’Kiryarekî terorîstî ya tirsonekiyê ye û dixwazin bi wî karî nanê xelkê bibrin, bi wî awayî jî hemû ew bangeşeyên bo parastina herêma Kurdistanê dikirin, derew derketin, naha rûyê rasteqîn ên wan derket ku ew jî dijî serxwebûna aborî û xelkê Kurdistanê ne.’’

Li gor wî çavdêrê siyasî divê PKK xwe li berçav re derbas bike û got: ‘’Herêma Kurdistanê çavê xwe ji hemû xeletiyan re û hemû kêmasiyên PKKê re girtiye, bo ku şerê birakujî çênebe. Lê PKK bûye darûdestê biyaniyên wek Îran û welatên din ên dijî Kurdistanê û wan li gor xwe digerînin.’’