BasNews – Çavdêrekî siyasî dibêje, teqandina boriya petrola Kurdistnaê ji aliyê PKKê ve, wisa dike ku êdî PKK her dem wek grûpeka terorîstî were dîtin.
Şeva borî hikûmeta Kurdistanê bi fermî ragihand ku boriya petrola Kurdistanê hatiye teqandin. PKKê jî teqandina boriyê girt ser xwe.
Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî Aram Resûl Mamend ji BasNewsê re got, teqandina boriya petrola Kurdistanê, zeftkirina qûtê xelkê Kurdistanê û çêkirina alozî û tevliheviyê ye li Herêma Kurdistanê.
Aram Resûl Mamend her wiha got, ev karên PKKê guman li ba xelkê û raya giştî çêkiriye ku PKK li dijî kurdan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye. Ev karên han nîşan didin ku PKK bûye darê destê dijminan.
Wî çavdêrê siyasî anî ziman ku lazim e PKK bizane bi van reftar û karan xwe dixe nav şerekî ku ne bi sûda wê ye.
Bi gotina wî çavdêrî, teqandina boriya nefta Kurdistanê lawazkirina aboriya Kurdistanê ye û ev jî dibin sebeb ku PKK her dem mîna grûpeka terorîstî were dîtin.