BasNews – Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat birîndarkirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 29 vê mehê, pasdarên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê, komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Aware Fetahî û xelkê bajarê Serdeştê birîndar bû.
Kolberê birîndar niha birin nexweşxaneya bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê.