Serokwezîr Merûr Barzanî peyameka hevxemiyê bo Tirkiye û Yûnanê belav kir Serokwezîr Merûr Barzanî peyameka hevxemiyê bo Tirkiye û Yûnanê belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokwezîr Merûr Barzanî peyameka hevxemiyê bo Tirkiye û Yûnanê belav kir

BasNews - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xemginiya xwe ji bo xelkê Tirkiye û Yûnanê yên di erdheja Ege de bûne qurbanî, nîşan da.

Mesrûr Barzanî duhî li ser erdehja deryaya Ege, ku li Tirkiye û Yûnanê da, li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û hevxemiya xwe diyar kir.

Serokê hikûmeta Kurdistanê dibêje, "Ez hevxemiya xwe, ji bo kesên ku di erdheja wêrankar ya îro deryaya Ege de bûne qûrbanî, nîşan didim. Hêvîxwaz im ku ew kesên birîndar bûne, zû sax bibin. Di vê dema dijwar de, hevsoz im li gel xelkê Tirkiye û Yûnanê.”

Duhî piştî nîvro, li deryaya Ege erdhejek bi tundiya  6.6 rû da. Di wê erdhejê de, ku herî zêde ziyan li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê, 24 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûn.