Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de 25 pêketiyên vîrusa koornayê jiyana xwe ji dest dan Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de 25 pêketiyên vîrusa koornayê jiyana xwe ji dest dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê di 24 demjimêran de 25 pêketiyên vîrusa koornayê jiyana xwe ji dest dan

Herman Xalîd

BasNews – Li parêzgehên herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 532 pêketiyên vîrusa korona baş bûn.

Li gor daxuyaniya îro 30.10.2020ê ya wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de hezar û du pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Herwaha di wan 24 demjimêran de li herêma Kurdistanê 25 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tenduristiyê di 24 demjimêran de 1002 pêketiyên nû hatine tomar kirin û ji wan jî 427 kes li Hewlêrê, 163 kes li Silêmaniyê, 331 kes li Duhokê, 32 kes li Helebcê, 38 kes li Germiyan û 11 kes jî li Raperîn bi vîrusa korona ketine.

Herwaha hat ragehandin 532 kesên pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Li gor heman daxuyaniyê 25 pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û ji wan jî 7 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê, kesek li Helebcê, yek kes li Germiyan û kesekê jî li Raperîn jiyana xwe ji dest dane.