Serokê herêma Kurdistanê êrîşa li Fransayê şermezar kir Serokê herêma Kurdistanê êrîşa li Fransayê şermezar kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serokê herêma Kurdistanê êrîşa li Fransayê şermezar kir

BasNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan û ji bo gel û hikûmeta Fransayê nîşan da.

Îro 30.10.2020ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşa li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir, ku di encama wê êrîşê de hejmarek welatî bûbûn qurbanî.

Nêçîrvan Barzanî di tweeta xwe de diyar kir: “Ez wê kiryara terorîstî şermezar dikim, ku li bajarê Nice yê Fransayê hejmarek welatî kire armanc û bûn qurbanî.”

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiya malbata qurbaniyan xwest û got: “Ez sersaxî pêşkêşî malbat û xizmên qurbaniyan û gel û hikûmeta Fransayê dikim. Di vê dema dijwar de ez hevsoz û hevxemê wan im.”