BasNews - Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Mesut Yilmaz ku di cîger û mejiyê wî de girêba hatibû dîtin û bû demek li nexweşxaneyê dihate derman kirin û îro jiyana xwe ji dest da.
Ji serokwezîrên berê yên Tirkiyê Mesut Yilmaz jiyana xwe ji dest da.
Mesut Yilmaz di Çileya 2019an de ji bo kontrolên xwe yên tendirustiyê çûbû nexweşxaneyê û di cîgera wî de girêba ango tumor hatibû dîtin û di 23ê Çileyê de bi neştergeriyê, tumora bi penceşêr hatibû paqijkirin.
Di Gulana 2020an de jî di mejiyê wî de tumor hat dîtin û piştî neştergeriyê tedawî dibû.