BasNews- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 10 hezar û 99 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2319 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 370 hezar û 832 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1581 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 320 hezar û 762 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Îro 2319 nexweşên me yên nû hatin tomarkirin. Hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1916an. Rewşa niha ya belavbûna vîrûsê, wisa dike ku em jiyana xwe hêdî bikin. Divê em temasê ji sisêyan daxînin yekî. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û li hember vîrûsê bi ser bikevin. Hêz bidin, piştgirî bidin.”