Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê can dan Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê can dan
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li Herêma Kurdistanê 18 kesên din bi Koronayê can dan

BasNews – Li Herêma Kurdistanê 1285 kesên din bi Koronayê ketin û 18 kes jî bi Koronayê can dan.

Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de hezar û 285 kes bi Koronayê ketine û 18 kes jî bi Koronayê can dane.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 503 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 74 hezar û 334 kesan. 42 hezar û 76 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 406 kes jî mirine.