Amarên Koronayê li Îranê: 399 mirî û nêzîkî 8300 pêketî Amarên Koronayê li Îranê: 399 mirî û nêzîkî 8300 pêketî
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Amarên Koronayê li Îranê: 399 mirî û nêzîkî 8300 pêketî

BasNews – Li Îranê 399 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 8300 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 293 kes bi Koronayê ketine û 399 kes jî bi Koronayê mirine.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 4 hezar û 681 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên han, hejmara pêketiyan li Îranê gihîşt 596 hezar û 941 kesan. 34 hezar û 113 kes ji wan mirine û 472 hezar û 598 kes jî baş bûne.