Berpirsekî PDKê: Dibe ku di navbera xelkê Kifrî û hêzên Iraqî de şer derkeve! Berpirsekî PDKê: Dibe ku di navbera xelkê Kifrî û hêzên Iraqî de şer derkeve!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Berpirsekî PDKê: Dibe ku di navbera xelkê Kifrî û hêzên Iraqî de şer derkeve!

BasNews – Berpirsê PDKê li devera Germiyan, Ekrem Salih dibêje, reftarên hêzên Iraqî xelkê bajarê Kifrî xirab e loma îhtimal heye di navbera wan de şer û alozî derkeve.

Berpirsê liqa Germiyan ya PDKê, Ekrem Salih ji BasNewsê re got, demekî beriya niha hêzên Iraqî bi behaneya şerê DAIŞê derbasî wê deverê bûn, ya ku di dema rêjîma Beis ya Iraqê de di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de hatibû danîn. Helbet ew bi hemahengiya asayiş û dijîterora YNKê li wir bicîh bûne.

Ekrem Salih her wiha got, biryar bû hêzên YNKê û hêzên Iraqî wê deverê bi hevbeşî birêve bibin lê ev demek e hêzên Iraqî êdî guh nadin wê rêkeftinê û reftarên wan bi kurdên wê deverê re bi taybet bi xelkê bajarê Kifrî re xirab e. Nahêlin kamyon û welatî bi wir re derbasî Kerkûk û Bexdayê û deverên din bibin. Ji xwe ev du roj in şofêrên kamyonan li ser rêkê çadir vegirtine û dibêjin, heta ev arîşe neyê çareserkirin, çadira xwe kom nakin. Hêzên Iraqî bi eşkere kurdan aciz dikin.

Wî berpirsê PDKê hişyarî da û got, eger rewş wiha berdewam be îhtimal heye di navbera kurdan û hêzên Iraqî de şer û alozî derkeve.