BasNews – Berpirsekî YNKê bang li PKKê dike, dest şer û çekdariyê berde û rewşa Herêma Kurdistanê jî li ber çavan bigire.
Cîgirê berê yê berpirsê melbenda YNKê li devera Şarezûr ya Helebcê, Ehmed Qedeferî ji BasNewsê re got, gefên PKKê nakevin xizmeta doza rewa ya gelê kurd. Eger kurd herî kêm nekarin alîkariya hev bikin, bila dijîtiya hev jî nekin.
Ehmed Qedeferî her wiha got, lazim e PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire û arîşeyan ji hikûmeta Kurdistanê re çêneke. Bila PKK behaneyan nede destê neyarên kurdan.
Wî berpirsê YNKê bang li PKKê jî kir, dest ji şer û çekdariyê berde, ji ber ku PKK nikare bi şer û çekan dewleta Tirkiyê hilweşîne. Di demekî de Tirkiye milmilanê bi Amerîka û Rûsyayê re dike, PKK li ser şer rijad e. Bi nêrîna min ev xwe xapandin e. Ti sûdeka şer nîne, xebatên sivîl ji şer baştir in. Loma bila PKK jî girîngiyê bide xebatên sivîl û dest ji şer berde.