Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de dikeve qonaxa bicîhanînê Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de dikeve qonaxa bicîhanînê
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de dikeve qonaxa bicîhanînê

Hêmin Salih

BasNews – Rêkeftina hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê bajarê Şingalê de dikeve warê bicîhanînê de.

Li gor rêkeftinê hikûmeta federal a Iraqê serpereştiya pirsa asayîşa Şingalê dike û divê dawî bi hebûna grubên ser bi PKKê yên li Şingalê bîne.

Roja 09.10.2020ê şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya wezîrê navxwe Rêber Ehmed ve li Bexdayê li gel aliyên peyvendîdar ên Iraqê bo asayî kirina rewşa Şingalê civiya û li ser çend xalekan rêkeftin. Ji wan yek jî helbijartina qaymeqameke nû û damezrandian 2 hezar û 500 kesan bû li Şingal û koçberên wê û çêkirina hêzeke nû û serpereştî kirina pirsa asayîşa Şingalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.

Derbarê bicîhanîna xalên rêkeftinê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand, bo damezrandina li fermangehên hikûmetê û hêzên ewlehiyê yên Şingalê, form hatine dabeş kirin û ev yek jî tê wê wateyê ku rêkeftin ketiye qonaxa bicîhanînê de.

Mehma Xelîl pêwîst dibîne ku ew xalane peyvendiya xwe bi vegera koçberan ve heye û asayî kirina rewşa Şingalê heye ku bikeve warê bicîhanînê.