Osman Ocelan: Tişta PKK dike derxistina şerê birakujiyê ye Osman Ocelan: Tişta PKK dike derxistina şerê birakujiyê ye
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Osman Ocelan: Tişta PKK dike derxistina şerê birakujiyê ye

BasNews – Rêveberê berê yê PKKê Osman Ocalan ragehand, berî ku Murad Karayilan peyam bo serok Barzanî bişîne, divê arasteyên PKKê rast bike, ji ber tişta li Başûrê Kurdistanê dikin şerê birakujiyê ye. Herwaha got, peyam bixwe xwedê girawî aştiyane ye lê ev yek fêl kirine li xelkê.

Îro 27.10.2020ê rêveberê berê yê PKKê û birayê rêberê PKKê yê girtî Ebdula Ocalan,  Osman Ocalan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Karayilan berî ku peyam ji serok Barzanî re bişîne, pêwîste xwe sererast bikin, ji ber rê dan ku li Başûrê Kurdistanê dîplomatkar bên kuştin û li sînorê hikûmeta herêma Kurdistanê hêza çekdarî hebe û biçin li Şingalê bi aşkerayî xelkê bibin bo Qendîlê.’’

Osman Ocalan got: ‘’PKK bi peyama Murad Karayilan ve fêl dike ew peyam bo xelkê Kurdistanê ye ku xwedê girawî PKK aştiyê dixwaze, lê berî ku wê peyamê ji rêveberiya başûrê Kurdistanê re bişînin, bilan pêngavan di xwe de bidin destpê kirin. Nabe di bin navê rewabûna xebatê de, tu li sînorê hikûmeta herêma Kurdistanê ve, hikûmeta herêma Kurdistanê xwediyê malê ye û gazind hene ku mala wî hatiye têkdan, divê PKK vê siyaseta xwe li berçav re derbas bike û rasttir danustanê li gel waqiî û rastiyê bike.’’

Ocalan got, dibe hin hêzên başûrê Kurdistanê bo milmilaneya navxwe destê xwe bo PKKê sist bikin, lê ‘’Divê PKK şerê birakujiyê li başûrê Kurdistanê çêneke. Karayilan bila li wê peyamê têbigehe ku şerê birakujî de PKK aliyê herî zêde zerer bibîne ye. ji ber başûrê Kurdistanê hem şer hem jî têkdana rewşê red dike. ‘’ herwaha got, tişta naha tê kirin hewldana şerê birakujiyê ye.