Serkirdeyekî El Partî: PKK dixwaze asayişa Herêma Kurdistanê xira bike Serkirdeyekî El Partî: PKK dixwaze asayişa Herêma Kurdistanê xira bike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serkirdeyekî El Partî: PKK dixwaze asayişa Herêma Kurdistanê xira bike

BasNews – Serkirdeyekî kurd yê Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK dixwaze bi êrişên li dijî konsolxane û şîrketên biyanî, asayişa Herêma Kurdistanê têk bide û ziyanê bigehîne destkeftên vî beşê Kurdistanê.

Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî), Osman Melo ji BasNewsê re got, armanckirina konsolxane û terorîrkirina dîplomat û şîrketan, asayişa Herêma Kurdistanê têk dide, ev jî yek ji rêkên kevn yên tawanê ye.

Osman Melo her wiha got, armanca PKKê ji vê yekê ew e ku destkeftên Herêma Kurdistanê nehêle. Di demekî de ku ew destkeft bûne beşek ji xewna kurdên cîhanê. Hemû cîhan jî rêza wê digirin.

Wî serkirdeyê kurd her wiha got, PKK wan karan bi piştevaniya dweleteka herêmê dike. Armanca wê jî şikandina rola pozîtîf ya serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye di mijarên mîna rewşa Rojavayê Kurdistanê de.

Bi gotina Osman Melo, hewlên han nîşan didin ku ewên wan pilanan datînin, li dijî wê ne gelên herêmê bigihên armancên xwe. Bi taybet dixwazin statûya Herêma Kurdistanê nehêlin. Helbet ewê negihên armanca xwe.

Encumena asayişa Herêma Kurdistanê duhî ragihand, çend êriş û pilanên terorîstî ji aliyê wan ve hatine pûçkirin ku çendek ji wan ji aliyê PKKê ve hatibûn danîn.