Heme Perêşan
BasNews – Serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê kir û pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polonya û herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.
Îro 27.10.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Polonyayê li Iraqê Marcin Kubiak kir û di hevdîtinê de pêşxistina zêdetir a peyvendiyên Polonya li gel herêma Kurdistanê û Iraqê hate guftûgo kirin.
Balyozê Polonyayê li Iraqê amadebûna welatê xwe nîşan da bo pêşxistina peyvendiyên li gel herêma Kurdistanê. Bi taybet di warê danûstanên bazirganî û alîkariya hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo tekoşîna hember vîrusa koronayê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, di çarçoveya karnameya kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê de kar bo hemealî kirina aborî û çavkaniyên dahatê dikin û giringiya pir didin sektora kiştûkalê. Bi taybetî herîma Kurdistanê xwedî derfetane bo kiştûkal bibe dahata xorakî bo hemû Iraqê.