Encumena Asayişa Kurdistanê zelalkirinek belav kir Encumena Asayişa Kurdistanê zelalkirinek belav kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Encumena Asayişa Kurdistanê zelalkirinek belav kir

BasNews – Encumena asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, tenê ew daxuyanî û belavokên ku li ser malpera fermî ya wê dezgehên tên danîn, raya fermî ya encumenê ye.

Encumena asayişa Herêma Kurdistanê zelakirinek belav kir û ragihand, ewê li ser betalkirina pilanên terorîstî û parastina asayişa Kurdistanê berdewam bin.

Naveroka zelalkirina encumena asayişê wiha ye:

Tenê ew daxuyanî û belavokên ku li ser malpera fermî ya encumena asayişa Herêma Kurdistanê (www.krsc.gov.krd) belav dibin, raya fermî ya encumena asayişê ne. Em, hemû hewlên ku bo xapandina raya giştî û dijîtîkirina dezgehên fermî, di bin her fişarekê de, red dikin. Em xelkê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ew hewlên nezok dê me sar neke û emê li ser parastina asayişê û pûçkirin û betalkirina hemû hewlên xirabkarane berdewam bin û yên ku destê wan de karên terorîstî de hebin jî, teslîmî qanûnê bikin.