Cotyar Kelarî
BasNews - Îro 26.10.2020ê li taxeke Kerkûkê karkerek di dema kar dikir de dîwar bi ser wî de hate xwar û ji ber wê jî Viyana xwe ji dest da.
Rêveberê polîsê Domîzê li Kerkûkê Yusif Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’ Îro nîvro karkerekî temen 46 salî yê bi navê H.S di dema kar kirinê de li taxa Eskerî ya bajarê Kerkûkê dîwar bi ser wî de hilweşiya û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.’’
Herwaha got: ‘’Termê wî karkerî bo nexwaşxaneyê hate veguhestin û derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kiriye.’’