BasNews - Çekdarên PKKê li Şingalê girtîgeha xwe bo çiyayê Şingalê vediguhêzin û wek amadekariyek bo egera tundbûna rikberiyan di encama pêbendnebûna PKKê ya bi cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê de dibe alozî derkevin.
çavkaniyekî çavdêr ji BasNewsê re ragehand, PKKê dest bi veguhestina girtiyên ku li navenda Şingalê ve bo çiyayê Şingalê kiriye, ji ber ters heye ku di encama pêbendnebûna PKKê ya bi rêkeftina Şingalê ve şer di navbera PKKê û hêzên fermî yên Iraqê de pêkbê. li gor rêkeftina hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê rewşa Şingalê bê asayî kirin û çekdarên PKKê li Şingalê derkevin.
Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarê kurdên ezdî Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, PKKê girtîgehek veşartî li Şingalê heye û hejmarek çalakvan û xelkê Şingalê bêserûşûn in. navçeyekî berfireh li Şingalê qedexe kirine, nayê zanîn li cîhên ku PKK lê ye çi dike kesek nikare biçe wan cîha.
herwaha got, PKKê girtiyên dest xwe de li Şingalê ve vseguhestiye bo çiyayê Şingalê.
Şêx Şamo got divê bicîhanîna rêkeftinê de lez bê kirin. Ji ber kilîla çareseriya pirsa kurdên êzdî û xelkê Şingalê ew rêkeftine.