BasNews – Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 900 kesên din jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 860 kes bi Koronayê ketine û 26 kes jî bi Koronayê can dane.
Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 454 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Li gorî amarên han, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 68 hezar û 44 kesan. 39 hezar û 661 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 289 kes jî mirine.