Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Tirkiye- 68 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 demjimêran de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 68 kesên din bi vîrusa Koronayê mirine.

Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 2,013 kesên din bi Koronayê ketine û 68 kesan canê xwe jidest dane.Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 demjimêran 1,507 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 353 hezar 426 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 9 hezar û 513 kes bi Koronayê mirine û 308 hezar û 446 kes jî baş bûne.