Pompeo: Terorîstên ser bi Îranê êrîşî baregeha PDKê kirin Pompeo: Terorîstên ser bi Îranê êrîşî baregeha PDKê kirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pompeo: Terorîstên ser bi Îranê êrîşî baregeha PDKê kirin

BasNews- Êvara îro roja çarşemê 21. 10.2020an Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo terorîstên ser bi Îranê li Bexdayê êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kirine.

Milîsên Heşdî Şabî roja şemiya borî 17. 10.2020an bi ser Liqa PDKê ya Bexdayê de girtibûn û ew şewitandibûn. Mike Pompeo di kongreya rojnemevanî ya heftanê de amaje bi wê kiryara terorîstî ya Heşdî Şabî kir û aşkere kir terorîstên ser bi Îranê ew êrîş encamdane.

Pompeo dûpat kir, terorîstên ser bi Îranê li Bexdayê baregeha serekî ya PDKê şewitandine. Herwiha Pompeo destnîşanî bi bûyera Ferhatîyê ya ser bi parêzgeha Selehedînê kir û da zanîn di wê bûyerê de 8 kesên sûnne ji aliyê Heşdî Şabî ve hatine qetilkirin.

Di berdewamiyê jî de Pompeo aşkere kir xelkê Iraqê van kiryarên terorîstî qebûl nakin û komelgeha navdewletî piştevaniya hewlên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike û ew piştevaniya her hewleke Kazimî dikin bo jinavbirina kiryarên terorîstî yên Heşdî Şabî.