Encûmena Wezîran bernameya xizmetguzariyan gotûbêj kir Encûmena Wezîran bernameya xizmetguzariyan gotûbêj kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Encûmena Wezîran bernameya xizmetguzariyan gotûbêj kir

BasNews- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî ya heftane kir.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê (Covid-19) ya li Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku ev mijar di asteke metirsîdar de ye û sedema sereke jî nepabendiya rêkarên xweparêzî û rênimayên tendirustiyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wezaretên peywendîdar raspart ku rêkarên xweparastin û rênimayên tendirûstiyê li saziyên hikûmetê û cihên giştî zêdetir û tundtir bikin, bi taybetî ku tê payîn ji ber hatina demsala zivistanê û sermayê pêleke din a koronayê belav bibe.

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di beşeke civînê de raportek li ser bernameya xizmetguzarî pêşkêş kir, ku di bernameya kabîneya berê de hatibû destpêkirin û herwisa amaje bi wê yekê jî kir ku armanca vê projeyê baştirkirina asta xizmetan e ku saziyên cuda yên hikûmetê, pêşkêşî welatiyan dike bi awayekî hêsantir û bileztir û pêdeçûna wan resman têne wergirtin li beramber pêşkêşkirina wan xizmetan.

Herwiha biryar hat dayîn ku hemû sazî û dezgeh di bin çavdêriya Serokatiya Encûmena Wezîran de li yasa û rênimayiyên xwe pêdeçûnê bikin, da ku hêsantir û şefaftir bibin û kalîteya pêvajoyê û zaniyariyên girêdayî xizmetguzarî û pêdeçûn li wan xizmetan werin kirin.