Iraq- 52 kesên din bi Koronayê mirine Iraq- 52 kesên din bi Koronayê mirine
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Iraq- 52 kesên din bi Koronayê mirine

BasNews- Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 52 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 52 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 667 kes bi vîrûsa koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya 21ê Cotmeha 2020an de eşkere kiriye; heta niha 438 hezar û 265 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 10 hezar û 418 kesan canê xwe ji dest dane.