Bakur – Hefteyeke aqûbeta ciwanekî kurd nayê zanîn Bakur – Hefteyeke aqûbeta ciwanekî kurd nayê zanîn
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Bakur – Hefteyeke aqûbeta ciwanekî kurd nayê zanîn

BasNews- Ciwanê kurd Bextîyar Firat ku cara dawî li Stenbolê hatibû dîtin, ji 14ê Cotmehê vir ve wenda ye û aqûbeta wî nayê zanîn.

Hevjîna Bextiyar Firat, Esra Firat ji VOAyê re axivîye û aşkere kiriye hevserê wê ji alîyê MITê ve hatiye desteser kirin.

Herwiha Esra Firat gotiye: “Hevjînê min jibo ku here Îranê, bi firokê ji Colemergê çû Stenbolê û li wire ji alîyê MITê ve hate binçavkirin. Piştî ku firoka wî bi rê ket ew hat berdan û ew jibo ku vegere navenda bajêr li taksîyekê sîwar bû. Di vê navberê de telefonî min kir û got ku endamên MITê otomobîla wî dorpêç kirine û wî desteser dikin.”

Esra Firat bi berdewamî got ku wê jibo çarenivîsa hevjînê xwe serî li Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê daye, lê heya niha tî agahî wernegirtiye.

Esra Firat dibêje:“Di serlêdana me ya despêkê de dozgerîyê binçavkirina hevjînê min bi devkî qebûl kir. Em piştî wê rojê careke din çûn dozgerîyê, lê vê carê gotin ku tî agahîya me ji Bahtîyar Firat tuneye.”

Di berdewamiyê jî de Esra Firat dibêje ku li her derê Stenbolê kamarayên ewlehîyê hene û ew nikarîn hevjînê wê bikujin yan hinda bikin.

Tevî ku hindabûna Bahtîyar Firat di ragihandina navxweyî û navnetewî de û ser medya civakî bi berfirehî cîh girtiye jî heta niha karbidestên Tirkîyê tî daxuyanî ser rewşa wî nedane.

Komela Mafên Mirovan (IHD) bal dikşîne ku piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016an heya niha 31 kes hatine revandin.