Serok Barzanî pêşwazî li konsola Japonya li Hewlêrê kir Serok Barzanî pêşwazî li konsola Japonya li Hewlêrê kir
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Serok Barzanî pêşwazî li konsola Japonya li Hewlêrê kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li konsola Japonya li Hewlêrê kir.

Serok Barzanî îro li Pîrmam, pêşwazî li konsola Japonya li Hewlêrê, Nagayama Yoşîko kir.

Di civînê de Serok Barzanî ji ber vekirina ofîsa konsolxaneya Japonya li Hewlêrê, pîrozbahî li Yoşîka kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Konsola Japonya jî hurmeta xwe gelê Kurdistanê nîşan da û ragihand, Japonya amade ye pêwendiyên xwe bi Kurdistan û Iraqê re pêş bixîne.

Wê dîplomata Japonî behsa aramiya Herêma Kurdistnaê jî kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Herêma Kurdistanê aram e.

Yoşîka behsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê jî kir û pîrozbahî li her du aliyan kir bo xebatên wan bo normalkirina rewşa Şingalê.

Di civînê de behsa vîrusa Koronayê jî hat kirin.