Hefteya bê geştên asimanî di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de dest pê dikin Hefteya bê geştên asimanî di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de dest pê dikin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hefteya bê geştên asimanî di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de dest pê dikin

BasNews – Tê gotin hefteya bê dê geştên asimanî di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de dest pê bikin.

Rêveberiya firokexaneya Silêmaniyê ragihandiye, rêveberiya hêlên asimanî yên Tirkiyê ew agahdar kirine ku roja 26 vê mehê geştên asimanî di navbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de dest pê dikin.

Rêveberiya firokexaneya Silêmaniyê daye zanîn, di qonaxa yekem de dê heftane du geşt bên kirin, paşê li gorî şert û mercan û daxwaza welatiyan dê geşt bên zêdekirin.