Li devera Bitwên ya Ranya li ser rûbera 3 hezar donim kuncî hatiye çandin Li devera Bitwên ya Ranya li ser rûbera 3 hezar donim kuncî hatiye çandin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Li devera Bitwên ya Ranya li ser rûbera 3 hezar donim kuncî hatiye çandin

BasNews – Berpirsê çandiniya devera Bitwên ya bajarê Ranya ragihand, îsal cotkaran li devera Bitwên li ser rûbera 3 hezar donim kuncî çandine.

Berpirsê çandiniya devera Bitwên ya Ranya, Xidir Ebdullah ji BasNewsê re got, deşta Bitwênê yek ji wan deveran e ku bo çandina gelek berheman bi taybet kunciyan baş e. Îsal li vê deverê 3 hezar donim kuncî hatiye çandin.

Xidir Ebdullah her wiha got, bi texmîna me dê îsal derdora 5 hezar ton kuncî were berhemanîn. Beşek mezin ji wê berhemê li nav bazarên Kurdistanê de tê firotin.

Berpirsê çandiniya Bitwênê da zanîn jî, li deverê tenê kargeheka biçûk ya tehînê (ava kunciyan) heye. Ev jî têrê nake. Ji ber wê jî daxwaz ji hikûmetê kirine kargeheka din ya tehînê çêbikin.