Pirojeqanûnek bo xanenişînkirina hêzên asayiş û navxwe yên Kurdistanê tê amadekirin Pirojeqanûnek bo xanenişînkirina hêzên asayiş û navxwe yên Kurdistanê tê amadekirin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Pirojeqanûnek bo xanenişînkirina hêzên asayiş û navxwe yên Kurdistanê tê amadekirin

BasNews – Endamekî komîsyona asayiş û navxwe ya parlementoya Kurdistanê ragihand, ew mijûlî amadekirina pirojeqanûnekê ne bo xanenişînkirina hêzên navxwe û asayişê.

Endamê komîsyona asayiş û navxwe li parlementoya Kurdistanê, Nizar Sûrçî ji BasNewsê re got, em mijûlî amadekirina pirojeqanûnekê ne bo xanenişînkirina hêzên navxwe û asayişê.

Nizar Sûrçî her wiha got, pirojeqanûna han ji aliyê firaksyonên PDK û YNKê ve tê amadekirin.

Wî parlementerê Kurdistanê anî ziman, di wê pirojeqanûnê de salên xizmetê, mûçe û xanenişînkirina hêzên asayiş û navxwe tê nirxandin. Divê em nêrîna hikûmetê jî li ser bizanin çimkî aliyê wê yê darayî heye.