BasNews- Jimareke karbidestên Îmaratê, wek şandeya yekê ya welatekî ereb, îro seredana Îsraîlê kir, piştî ku her du alî biryara normalkirina peywendîyan dabû.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di dema pêşwazîya Wezîrê Aborî yê Îmaratê Abdullah bîn Touq el-Marî û Wezîrê Dewletê ya jibo Karên Darayî Ubeîd Humaid el-Tayer re got: “Em aniha dîrokê ava dikin ku salên dirêj li pêş nifşên sibêrojê bisekine,”
Di şandeyê de ku bi firokê ji Dubaî çûn firîngeha Ben Gurion ya nêzî Tel Avîvê Wezîrê Xezîne yê Amerîkî Steven Mnuchin û karbidestên din yên Amerîkî jî cîh girtin.
Li ber e ku Îmarata Erebî û Îsraîl ji hevdu re vîzayê jî rakin ku bi wî awayî Dubaî dibe welatê yekê yê ereb ku dihêle Îsraîlî vê vîza seredana wê welatî bikin.
Her du alî herwiha hazirî dikin ku di demeke nêzîk de balyozxaneyên xwe vekin.