BasNews- Serok Mesûd Barzanî roja sêşemê 20ê Cotmeha 2020an li Selahedîn pêşwazî li Serokê Tevgera Xed a Sûriyê Ehmed El Cerba kir.
Malpera Fermî ya Serok Barzanî belav kiriye ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê û geşedanên herî dawî yên Sûriye û rewşa aliyên Kurdî yên Sûriyê û operasyonên wî welatî hat gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya pêkahatina bereya aştî û azadî ya Sûriyê kir û weke pêngaveke erênî û baş wesf kir.