BasNews – Li Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar kesên din bi Koronayê ketin û 24 kes jî bi Koronayê can dan.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê amara 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.
Li gorî amarên han, di nav 24 saetan de hezar û 10 kes bi Koronayê ketin û 24 kes jî pê mirin.
Li gorî amarên wezaretê, ji duhî de 353 nexweşên Koronayê jî baş bûne.
Bi vî rengî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 63 hezar û 745 kesan. 38 hezar û 186 kes ji wan baş bûne û 2 hezar û 211 kes jî mirine.